IGDIR
Şeker Altuna 80 saliya ku li navçeya Tuzlucayê dijî heke ku nasnameya xwe bistîne yê hilbijartinên îsal de reya xwe ya ewilîn bide.
Altun li goma Menderesa ku girêdayê navçeyê ye di çavî xanî de rûdinê û heta îro bê nasname jiyana xwe berdewam kiriye.
Altun bi alîkariya cînarên xwe jiyana xwe didomîne û niha jî heviya alîkariyekî ye ku nasnameya xwe bistîne.
Şeker Altunê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku tirkî nizane û heta niha jê re tu carekê nasname nehatiye derxistin.
Altunê eşkere kir ku ji ber vê gelek asteng derketine pêşiya wê û zehf mexdûr bûye û wiha got: "Min heta vê rojê ji tu mafê dewletê îstifade nekiriye."
Altunê got heke ku alîkariyê bidinê yê nasnameya xwe derxe û cara ewilîn raya xwe bide.
Songul Kizilbaşa cînara Altunê diyar kir ku pîrika Şeker heta vê rojê bê nasname jiyana xwe domandiye û viha got: "Heta niha bê nasname jiya û tu carê mafên xwe bi dest nexist. Ji ber vê yekê jî nikare ji tu kesekî re îspat bike ku dijî. Ew jî dixwaze ku wek mirovên din bibe xwediyê nasname û mafan û ji derfetên dewletê îstifade bike."
Kizilbaşê eşkere kir ku pîrika Şeker ji Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan zef hez dike û gava ku di televizyonê de dibîne jê re dia dike û wiha got:
Pîrika Şekerê 7 zar anîn dinê. 3 zarên wê mirin. 4 zarên wê yên din jî li ser navê hêwiya wê hatine qeydkirin. Ewna jî zewicîn û çûn. Mêrê wê gelek sal berê di qezaya tirafîkê de mir. Niha di çavî xanî de bi tenê jiyana xwe didomîne. Ji tu cihî alîkariyê nastîne. Qasî ku ji destê me tê em alîkariyê didinê. Lê belê gelek hewcehiyên wê hene. Xaniyê wê wek xirabeya ye û zehf sar e. Heke ku nasnameya wê hebûya yê ji alîkariyên dewletê îstifade bikira."
Kizilbaşê diyar kir ku pîrika Şeker ji gundê Bayirbaxa li ser Dîgora Qersê bi bûktî hatiye û wiha axivî:
"Heta niha neçûye nexweşxane an jî saziyeke fermî ji ber vê jî tu kesekî jê nasname nexwastiye. Lê niha pîr bûye û hin nexweşiyê wê hene. Divê bê dermankirin. Ji bo vê jî nasname hewce dike. Ji destûrmendan alîkariyê dixwaze ku jê re nasname bê derxistin."