Di çarçoveya lêpirsîna bi îdiaya fînansekirina Rêxistina Terorê ya Fetullahçiyan (FETO) da 7 wezîfedarên ku di Holdînga Îpek Kozayê da wezîfeyê dikin hatibûn binçavkirin, 7 şikbar sewqî dadgehê kirin.
Di çarçoveya xebatên lêgerîna li holdîngê da Burak S.yê rayedarê payebilind, Îsmet S.yê Midûrê Gişkî, Fîkret S.yê Alîkarê Midûrê Gişkî yê Berpirsiyarê Bazirganiyê, Mahîr Ş.yê Midûrê Fînansê, Selîm E.yê Midûrê Mihesebeyê yên Holdînga Îpek Kozayê, Midûrê Gişkî yê Xebitandina Zêran a Kozayê, Huseyîn E. Ozlem Oya Berpirsiyara Mihasebeyê hatibûn binçavkirin, piştî karûbarên îfadeyê yên li Midûriyeta Ewlekariya Enqereyê şikbar ji kontrola tenduristiyê hatin derbaskirin.
Paşê şikbar sewqî dadgehê kirin.