Li beldeya Buyukçiflika Gevera Hekariyê endamên PKKya rêxistina terorê kesekî ku endamê AK Partiyê ye û kurê wî revandin.
Li gor agahiyan li Buyukçiflikê endamên PKKyê di ser mala Nurettîn Toktamişê endamê AK Partiyê da girtin. Hat diyarkirin ku terorîstan Nurettîn Toktamiş û kurê wî Cevat Toktamiş revandin.
Malbata Toktamiş çûn Fermandariya Cendirmeyan a Buyukçiflikê gilîdar bûn.
Ji bo bav û kur werin dîtin xebat dan destpêkirin.
Hat diyarkirin ku PKKyê berê gef li malbatê xwaribû.