RIYAD
Li Erebistana Siûdî ji roja şemiyê vir de baran dibare. Ji ber vê baranê jî lehî rabû û heta niha 11 kes mirin û 4 kes jî winda ne.
Ji Navenda Çapemeniya Midûriyeta Parastina Sivîl a Erebistana Siûdî daxuyaniyeke nivîskî hat belavkirin. Li gor vê daxuyaniyê di lehiyê de ji Riyadê 7, Ararê 2, El-Kenfaz 1 û li El-Baheyê jî 1 bi tevahî heta niha 11 kes mirin û 4 kes jî winda ne.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku heta niha 448 kes ji lehiyê hatine xilaskirin û xebatên lêgerîn û xelaskirinê jî didomin.