ÎSTANBÛL
Li Vanê erdheja bi lerza 4,5 pêk hat.
Enstituya Lêkolîna Erdhejê ya Rasatxaneya Kandillî ya Zanîngeha Bogazîçiyê ragihand ku erdhej di saet 05.29an de li navenda Vanê pêk hat. Erdheje ku 20 kîlometre di bin erdê de qewimî li navçe û gundên derdora Vanê jî hat hêskirin.
Li gor agahiyan di erdhejê de zirar negihîştiye can û malê tu kesî.