MARDÎN
Li Mîdyata navçeya Mêrdînê 3 malbatên ku ji 15 kesan pêk tê û yek ji van kesan jî astengdar e, di maleke 3 odeyî de dijîn û li bendê ne ku hin kes arîkariya wan bikin.
Her sê malbat li taxa Cûmhûriyetê li avahiyekê di qata herî binî de dijîn, debara xwe bi pereyê xwedîkirinê ya ku ji bo Şahîze Altûnkaynaka (47) astengdar tê dayîn û pereyê rojane yê ku mêr qezenc dikin, dikin.
Altûnkaynaka astendar daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku xeyala wê rêveçûn e û wiha axivî: "Em di nav van çar dîwaran de bi diya min, bûkên me û zarokên wan re dijîn. Ereba min a astengdaran hebû, ew jî xira bû û me ji ber feqiriyê nekarî ku temîr bikin. Xeyalên min jî guherîn. Tekane daxwaza min lingekî protez û erebeyek e."
Turkan Altûnkaynaka (37) diya 6 zarokan a ku di heman malê de dijî jî got ku jiyana xwe ya rojane de rastî gelek zehmetiyan tên. Altûnkaynakê qal kir ku pereyê ku mêrê wê qezenc dike têrê kirêyê jî nake.
Ziynet Altûnkaynakê (30) jî da zanîn dixwazin ku bi zarokên xwe re di nav şert û mercên baştir de bijî û wiha axivî: "Mêrê min di karên rojane de dixebite. Em hemû bi hev re bi mehaneya dişa min a astengdaran û xwedîkirinê û pereyên rojane yên ku mêrê min û jintiya min qezenc dike, debara xwe dikin. Em ji rayedaran arîkariyê dixwazin."