ANKARA
"Trêna Aştiyê" ya ku di çarçoveya çalakiya ji bo piştigiriya civaka sivîl a pêvajoya çareseriyê de dê li 10 bajaran bigere û pişt re dê biçe Diyarbekirê, gihaşt Gara Enqereyê.
Çalakî ji aliyê Platforma Barişa Bakê ve tê lidarxistin û "Trêna Aştiyê" dê di çarçoveya çalakiyê de heta 21ê adarê li 10 bajaran bigere. Yek ji rawestgehên "Trêna Aştiyê" Gara Enqereyê ye.
Nûnerên saziyên civakî yên sivî pêşwaziya "Trêna Aştiyê" ya hat garê kirin.
"Trêna Aştiyê" dê 2 rojan li paytextê bimîne û di "Trêna Aştiyê" de rojnamevan, nivîskar û aktîvîstên ku armanca wan ew e ku ji bo Pêvajoya Çareseriyê piştgiriya civaka sivîl pêk bînin, hene.
Koma ku di destê wan de dovîzên ku li serê "Piştgiriya sivîl a ji bo pêvajoya çareseriyê" ên kurdî û tirkî hene, li otobêsên ku li benda wan bûn siwar bûn û derbasî TBMMyê bûn.
Kesên ku bi "Trêna Aştiyê" re hatin dê hin ziyaretan bikin.