01 Sibat 2016•Rojanekirin: 02 Sibat 2016
TBMM
Piraniya navên ku bi îdiaya "Tirkiyebûn"ê va di Lijneya Rêvebirina Navendî (MYK) ya berê ya HDPyê da cî girtibûn, di MYKya teze da cî negirtin, şûna wan kesên ku di nava partiyê da bi vegotinên xwe yên "radîkal" tên zanîn cih girtin.
Li HDPyê piştî Kongreya Asayî ya 2yemîn, dawiya hefteyê Meclisa Partiyê civîn pêk anî û endamên teze yên MYKyê hatin kifşkirin. Di lîsteya MYKya nû ya HDPyê ya ku di kûlîsan da wekî "MYKya serdema nû" tê binavkirin da li gorî MYKya berê kesên ku bi eslê xwe kurd in bêtir cî girtin.
Parlementer Ayhan Bîlgen, Aycan Îrmez, Nîmetullah Erdogmuş, Besîme Konca, Nadîr Yildirim, Hişyar Ozsoy û Osman Baydemir jî ketin lîsteyê.
Fatma Kurtulan û Aysel Tugluk ên ku di serdema BDPyê da bi vegotinên xwe yên tund dihatin naskirin jî di lîsteya MYKyê da cî girtin.
Herwisa Edîbe Şahîn, Sezaî Temellî û Alî Kenanoglu yên ku di hilbijartina 7ê hezîranê da hatibûn hilbijartin, lê di 1ê mijdarê da nehatibûn hilbijartin jî ketin MYKyê. Wekî din Serpîl Kemalbay Pekgozegu, Arîfe Çinar, Gulsum Agaoglu, Mûsa Pîroglu û Gulsen Ulker jî ketin nava lîsteya MYKya HDPyê.
Parlementerê Stenbolê yê HDPyê Garo Paylan ku ermenî ye û di MYKya berê da cî girtibû vê carê cî nedan wî û şûna wî cî dan Mûrad Mihçi yê ku bi eslê xwe ermenî ye.
- Kesên çepgir vekişiyan
Ji kesên ku bi çepgiriya xwe tên zanîn akademîsyen Beyza Ustun, Bîrcan Yorulmaza ku di avakirina partiyê da peywirên girîng anîbû cî û Bulent Parmaksiz vê carê di MYKyê da ji xwe ra cî nedîtin.
Lîsteya MYKya HDPyê bi tevahî ji van kesan pêk tê:
"Alî Kenanoglu, Alp Altinors, Arîfe Çinar, Aycan Îrmez, Ayhan Bîlgen, Aysel Tugluk, Berfîn Azdal, Berfum Çolak, Besîme Konca, Çîlem Kuçukkeleş, Edîbe Şahîn, Emîne Beyza Ustun, Fatma Kurtulan, Firat Yaman, Fîlîz Koçalî, Gulsen Ulker, Gulsum Agaoglu, Gunay Kubîlay, Hakki Saruhan Oluç, Hişyar Ozsoy, Huseyin Yilmaz, Murad Mihçi, Musa Piroglu, Nadir Yildirim, Nimetullah Erdogmuş, Osman Baydemir, Seher Akçinar Bayar, Serpil Kemalbay Pekgozegu û Sezaî Temellî.”