01 Sibat 2016•Rojanekirin: 03 Sibat 2016
KARS
Li Sariqamîşa navçeya Qersê zarokên ku mekteba wan tetîl e xwe li ser berfê dişiqitînin û dema xwe xweş derbas dikin.
Li gundê Elîsofuyê ya ku 6 kîlomêtro dûrî Sariqamîşê ye mêtroyekî zêdetir berf barî. Zarokên gund ji navçeyê ji xwe re alavên xweşiqitandinê kirîn.
Zarok serê sibê li hev dicivin û diçin cihên ku berf lê zêde ye an jî cihên bilind. Ew li wir bi van taximên xweşiqitandinê ve xwe dişiqitînin û kêf dikin.