ANKARA
Serokomar Abdullah Gul beşdarî civîna Konseya Îstişareyê ya Bilind a TUSÎADê bû û li vir der barê reformên ku hatin kirin û gavên ku hatin avêtin de agahî da.
Serokomar Abdullah Gul got: "Destûr û qanûn di nav pergala dewlêtê de serdest in. Di nav pergalên dewletê de dewletên cuda, avabûnên cuda, piştevaniyên ku referansên xwe ji cihên din digirin bi tu awayî nabin."
Gul got dê wiha dewam bike lê armanca Tirkiyeyê ev nîne û wiha dewam kir: "Armanca me hemûyan ew e asta Tirkiyeyê bilintir bibe û Tirkiye bikeve nav welatê ku dahata wan zêdetir e. Armanca me ew e ku zarok û ciwanên me di welatekî geştir û dahata wî zêdetir de bijîn."
Serokomar Gul got ku di 10emîn Planê Pêşveçûnê yê Pênc salan de, her tişt eşkere kirin û wiha dewam kir:
"Gelo dê tiştinên ku em bikin çi ne? Divê ewil em bala xwe bidinê ka kîjan welat di nav welatên ku dahata wan zêde de ye. Wekî ku tê zanîn welatê demokratîk, di nav welatên ku dahata wan zêde nin de ne. Standartên demokratîk jî ev in: Serdestiya hiqûqê, bilindbûna asta standartên hiqûqê, di birêvebirina hiqûqê de vekirîbûn, ewlehiya ku hiqûq dide. Serê her tiştî hiqûq e. Lê ji bo em pêşve biçin û geştir bibin divê teqez em bala xwe bidine hemûyan û em hemû zagonan hêzdartir bikin. Bi vê wesîleyê dixwazim vê jî bibêjim, helbet di nav pergala dewletê de hiqûq serdest e. Di nav pergalên dewletê de dewletên cuda, avabûnên cuda, piştevaniyên ku referansên xwe ji cihên din digirin bi tu awayî nabin."
- "Divê nekevin nav fikaran û netirsin"
Gul got ku divê Tirkiye niha pêşeroja xwe baş bibîne û wiha dewam kir:
"Li pêşiya me hilbijartinên serokomarî û hilbijartinên din hene, hewce nîne em bikevin nav fikaran û bitirsin. Di dawiya dawîn de hemû rêgezên her tiştî diyar in. Hilbijartinên herêmî hatin kirin, wekî ku me dît beşdarbûn gelek baş bû. Hin îtiraz hatin kirin lê ev jî di çarçoveya mewzûata hiqûqê de tên nirxandin û xebat hêj dewam dikin. Lê gelemperî me dît ku gel çiqas xwedî derdikeve. Ya girîng ew e ku di hiqûqê de tiştekî nediyar tunebe. Niha rêgez lê pêşberî me ne û diyar in. Ji ber vê yekê divê hemû bi karê xwe ve mijûl bibin. Lewra serkeftina di kar de tê bidestxistin, serkeftina dewletê ye jî. Çiqasî sektora taybet geş bibe, hûn çiqasî karê xwe mezin bikin, çiqasî bi ser bikevin dê aboriya Tirkiyeyê ewqasî geş bibe. Ji ber wê yekê morala xwe qet xirab nekin, li ser karê xwe rawestin. Haya hemûyan ji gotinên min heye. Helbet dê nîqaş hebin."