ŞANLIURFA
Serokê Karên Diyanetê Mehmet Gormez got ku di çarçoveya pîrozbahiyên "Hefteya Jidayikbûna Pîroz" de li Stadyûma Arena GAPê, çalakî li dar xistin. Gormez got ku armanca wan ew e ku bi vê minasebetê têgaha jidiliyê vebêjin û bidin fêmkirin.
Gormez got ku ji bo ew li bajarê ku wekî "Welatê Pêxembera" tê nasîn e, gelekî kêfxweş e û destnîşan kir ku Riha di vê mijarê de bajarekî ji rêzê nîne.
Gormez diyar kir ku welatên misilman di nav alozî û tengasiyê de ne û wiha dewam kir:
"Welatên misilman wekî warê aştî û aramiyê ne. Lê di rojên dawîn de li welatên misilman aştî nîne. Me dînê xwe yê ku ji bo di nav me de yekîtiyê ava bike hatiye, kir melzemeyê tefrîqayê. Dînê ku ji bo me ji dîlîtî û koletiyê xelas bike hatiye me ew wekî meta bi kar anî."
"Dilşikandin ji wêrankirina Ke'beyê xerabtir e"
Gormez got ku divê di dilê mirovan de rehm hebe û mirov bi rehm bin û da zanîn ku kesên serokatiya misilmanan dikin li kîjan meqemî dibin bila bibin divê giştiyê civakê re deriyê xwe vekin.
Dormez piştî axaftinê, gul diyarî nêzîkî 20 hezar beşdarvanî kir.