ANKARA
Alîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Bulent Arinç wiha got: "Ev bûyer nîşan didin ku, ew kesên ku bi salan e ji terorê rantê bi dest dixin û rêxistinê ji bo berjewendiyên xwe bikartînin dev ji xuyên xwe yên berê bernadin.Di nav PKKyê de hêzên kûr hene."
Arinç piştî Civîna Lijneya Wezîran daxuyanî da rojnamevanan.
Alîkarê Serokwezîr Arinç behsa bûyerên li Cizîrê kir û wiha axivî: "Di 27ê çileya pêşîn a 2014an şeva şemiyê ji saet 03.30an pê ve bûyerên ku derketin de 3 kes mirin û 5 kes jî birîndar bûn. Mudaxaleyên hewce dikin hatin kirin, tevdîrên ewlehiyê hatin hildan. 2 endamên rêxistinê yên ku dixwestin werin Cizîrê jî hatin girtin. Ev bûyer nîşan didin ku, ew kesên ku bi salan e ji terorê rantê bi dest dixin û rêxistinê ji bo berjewendiyên xwe bikartînin dev ji xuyên xwe yên berê bernadin. Di nav PKKyê de jî hêzên kûr hene, ev hêz ji pêşketina pêvajoya çareseriyê aciz dibin. Her wiha rêxistina ku li herêmê bandora wê heye, naxwaze ku li herêmê rengek an dengekî cuda hebe."
- "Li herêmê aramî çêbû"
Arinç got ku ji bo ku pêvajoya çareseriyê têk neçe ew ê bibîryar xebatên xwe bidomînin. Arinç destnîşan kir ku li Cizîrê niha aramî heye û wiha axivî: "Ez niha der heqê Cizîra ku lê bûyer çêbûn de dikarim bibêjim ku li herêmê aramî çêbû û herêm dîsa vegeriya rojên xwe yên berê yên bihizûr."
Arinç der barê pêşnumaya qanûnê ya parastina agahiyên şexsî de jî axivî û wiha got: "Di çarçoveya qanûnan de ji bo parastina agahiyên wekî tenduristî, nîjadî û baweriyê divê lijneyek bê avakirin. Welatî dikarin serî li lijneyê bidin û giliyên xwe vebêjin. Ji bo vê jî ev lijne pir girîng e. Pêşnumaya ku di çarçoveya norman de, jiyana şexsî ya mirovan diparezê erênî ye. Di meclisê de dê di serî de, li ser vê bê axaftin."
- Pêwendiyên Tirkiye û Iraqê
Alîkarê Serokwezîr Arinç behsa ziyareta Serokwezîrê Iraqê Haydar el Îbadî jî kir û wiha axivî: "Piştî salan di navbera du welatan de civîneke hevkariyê çêbû. Di dema Malikî de mixabin pêwendiyên Tirkiye û Iraqê pêş ve neçûn. Lê piştî ku hikûmeteke nû ava bû, serokomarekî nû hat hilbijartin, serokê meclisa nû hat hilbijartin ji bo me jî û ji bo wan jî rûpeleke nû vebû."
-Kredî û burs zêde dibin
Arinç qala kredî û bûrsên ku didin xwendekarên perwerdeya bilind jî kir û wiha pê de çû: "Ji vê salê pê ve em kredî û bûrsan zêde dikin. Di sala 2014an de rêjeya kredî û bûrsan mehê 300 lîre bû, lê ev ê di sala 2015an de zêde be û wê bibe 330 lîre. Ji bo xwendekarên lîsansa bilind 660 lîre, ji bo xwendekarên doktorayê jî 990 lîre wê bê dayîn."