ADANA
Li Îmamogluya navçeya Edeneyê du wesayît li hev qelibîn, li gor agahiyên ewil 4 kes mirin û 5 kes jî birîndar ketin.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin, li nêzikî pireya Tirmixliya ku li ser rêya Îmamoglu-Kozanê ye wesayîtên bi pîlaqeyên 01 EA 547 û 01 Y 6431 ên ku navê ajokarên wan hê nayên zanîn li hev qelibîn. Di qezayê de 4 kesên ku di wesayîta bi pîlaqeya 01 Y 6431ê de bûn mirin, 5 kesên di wesayîtan din de jî birîndar bûn.
Hat ragihandin ku birîndar bi ambulansa rakirin nexweşxaneyên Kozan, Îmamoglu û Edeneyê.