Cihê partiyan siyasî yên di pisûlayên dê hilbijartinên giştî yên 1ê mijdarê bên bikaranîn de, bi rêya peşkavêtinê hat diyarkirin. Li gor vê AK Partî di rêza 20em, CHP di rêza 4em, MHP di rêza 13yem û HDP jî di rêza 17em de cih digre.
Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK), ji bo diyarkirina cihê partiyên siyasî yê di pisûleya hilbijartinê de peşk avêt.
Sadî Guvenê Serokê YSKyê di destpêka axaftina xwe de got Xwedê rehma xwe li şehîdan bike û sebrê bide malbatên wan. Xwedê şîfa xêrê ji eskerên me yên birîndar re bişîne.
Guven destnîşan kir ku dê 29 partiyên siyasî peşdarî hilbijartinê bibin; lê Partiya Pêşveçûna Demokratîk, Partiya Kedê û Partiya Azadî û Piştevaniyê diyar kirin ku dê tevlî hilbijartinê nebin.
Guven ragihand ku pisûlayên rayan ên ku li derveyî welêt hatin çapkirin anîn Tirkiyê û destnîşan kir ku dê navê namzedên serbixwe li aliyê rastê pisûlayê cih bigr e.
Guven derbarê hejmara hilbijêran de jî agahî dan û diyar kir ku li welêt 54 milyon û 75 hezar û 851, li derveyî welêt 2 milyon û 895 hezar û 885 hilbijêr hene. Li gor texmînan dê li welêt 173 hezar û 672 sandiq bên danîn.
Sadî Guvenê Serokê YSKyê ragihand ku dê li 54 welat û 113 nûneriyan sandiq bên danîn, welatiyên ku nifûsa wan li derveyî welêt e dê li 30 deriyên gumrikê karibin rayên xwe bavêjin.
Guven got ku li gumrik û hin nûneriyên derveyî welêt, di 8ê kewçêrê de dengdayîn dest pê bike.
Di pisûleya rayan de, li gor rêzê cihê partiyan wiha ye:
Partiya Miletê di rêza 1em, Partiya Welêt di rêza 2yem, Partiya Ciwana di rêza 3yem, Partiya Gel a Komarê di rêza 4em, Partiya Maf û Edelatê di rêza 5em, Partiya Navend di rêza 6em, Partiya Maf û Azadiyan di rêza 7em, Partiya Saadetê di rêza 8em, Partiya Çepgir a Demokrat di rêza 9em, Partiya Demokrat di rêza 10em, Partiya Tirkiyê ya Serbixwe di rêza 11em, Partiya Anadoluyê di rêza 12em, Partiya Tevgera Welatperwer di rêza 13yem, Partiya Pêşveçûna Gel di rêza 14em, Partiya Rizgariyê ya Gel di rêza 15em, Partiya Demokrat a Lîberal di rêza 16em, Partiya Demokratîk a Gelan di rêza 17em, Partiya Pêşveçûnê ya Mihafazakar di rêza 18em, Partiya Yekîtiya Mezin di rêza 19em, Partiya Edalet û Pêşvebirinê di rêza 20em, Partiya Komunîst a Tirkiyê di rêza 21em, Partiya Komunîst di rêza 22yem, Partiya Pêşveçûna Demokratîk di rêza 23yem, Îlk Partî di rêza 24em, Partiya Pêşvebirin û Reformê ya Lihevkirina Civakî di rêza 25em, Partiya Rêya Rast di rêza 26em, Partiya Milet û Edaletê di rêza 27em de cih digre.