Biryar dan ku qedexeya derketina derve ya li 3 taxên Sîlvana (Farqîn) navçeya Diyarbekirê hatibû îlankirin, li hemûyê navçeyê bê tetbîqkirin.
Ji ber bûyerên terorî yên li navçeyê diqewimin û ji bo ewlehiya can û malê gelê herêmê, li gor Qanûna Îdareya Bajêr, li 3 taxên Farqînê derketina derve hatibû qedexekirin. Piştî vê biryarê li herêmê bangewaziyeke duyem hat kirin û hat diyarkirin ku qedexeya derketina derve li hemûyê herêmê hat îlankirin.
Ji wesayitê polêsan anons kirin ku welatî ji bo ewlehiyê bila li gor biryara qedexaya derketina derve tevbigerin.