Alîkarê Serokwezîr Numan Kurtulmuş li Avustralyayê beşdarî civîna G20 ya Wezîrên Îstihdam û Xebatê bû.
Kurtulmuş li Melbourne Sofitel Hotelê pirsên rojnamevanan ê rojevê bersivand û der barê "Tirkiyeya Nû" de jî axivî.
Alîkarê Serokwezîr Kurtulmuş wiha got: "Tirkiyeya Nû ne peyveke ku hema wisa hatiye gotin e, yanî Tirkiyeya berê kevn bû, ji bo vê em tiştekî nû îcat bikin nehatiye gotin. Di Tirkiyeya berê de, dewletê tiştek din digot, gel tiştekî din digot. Di navbera gel û dewletê de pirsgirêk hebûn. Di Tirkiyeya berê de dewlet ji her tiştî ditirsiya, ji welatiyên xwe û ji pêşveçûnên derve ditirsiya. Berjewendiyên hin siyasiyan û kesên xwedî aboriya wan baş e dihat parastin. Heke hûn bibêjin tişta herî giring a Tirkiyeya nû çiye, ez ê bibêjim ku guherîna zihniyeta dewletê ye. Belê, rê çêkirin û pire çêkirin girîng e, lê ya herî girîng guherîna nêrîna dewletê ye."
Kurtulmuş got ku gelek kar û bar hene ku divê hikûmet bike û wiha dewam kir:
"Ma hemû karê me qediya, na. Ev hîkûmet înşallah beriya 2023an dê hemû saziyên Tirkiyeya nû bêyî girêdayî kesan û beyî girêdayî AK Partiyê wek meselaya Tirkiyeyê bibîne û di demeke kin de dê ava bike. Tirkiyeya nû dê pêvajoya çareseriyê temam bike. Di Tirkiyeya nû de teror dê bi temamî xilas bibe, gel û dewlet dê bibe yek. Tirkiyeya nû ew e ku welatiyên Komariya Tirkiyeyê li ku dera dinyayê dibe bila bibe dê serbilind bin û mezlûm ku derê dibin bila bibin dê alîkariya wan bikin. Wan sond xwarine ku hemû mirovan re edalet û azadî çêbibe. Em salên berê jî dizanin. Tirkiye gelek pêş ve çû. Bi zagona nû ve dê pêvajoya çareseriyê temam bibe, li herêmê dê rewşeke aram çêbibe, Tirkiye dê bi vê taybetmendiya xwe ve bibe mînak û welatên herêmê re îxracatê bike û aboriya xwe pêş ve bibe. Înşallah Tirkiyeya nû dê piştî çar pênc salan dê bibe Tirkiyeyeke cuda."