BÎTLÎS
Li Tatvana navçeya Bîtlîsê malbata Bakir îdia dike ku di mala wan de tiştên ecêp diqewimin. Xwediyê malê Mehmet Alî Bakir, daxûyanî da rojnamevanan û got: "Ev bûyerên ecêp cara ewil di meha remezanê de dest pêkir. Me ewilî di hin derên malê de herî dît, paşê dolav, fireq û amûrên elektronîk yên kîlerê diketin. Agir bi xwe bi amûrên me diket û dişewitiyan. Du roje ku em li derve dijîn. Dema mirov ji derve ve dinêre ji malê du bilind dibe lê em diçin û wî agirê vedimirînin."
Elîf Bakirê jî diyar kir ku ji ber van bûyerên sirdar yên ku di malê de diqewimin pir ditirsin.