Mûsa Anter 21 sal berê li Diyarbekirê hatibû kuştin. Di salvegera mirina wî ya 21emin de li ber serê mezelê wî hat bîranin.
Merasîma bîranînê li bajaroka Akarsuyê ya Nusaybîne hat kirin û zarokên Mûsa Anter Dicle, Rahşan û Anter, Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan, Serokbajarê BDPê Reşat Kaymaz, Seroknavçeyê BDPê Abdulbarî Eren, Nûnerê Odeya Endezyaran Dara Yildirim û gelek welatî beşdarî merasîmê bûn.
Serokbajarê BDPê Kaymaz di axaftina xwe de diyar kir ku dewletê her tim doz li Anter vedikir û got: "Apê Musa li fiqê bixista dewletê doz lê vedikir. Ewên ku êrişî Apê Musa dikirin mirovên zîhniyeta qirêj bûn. Apê Mûsa ji bo Kurdan çinarek bû. Niha li hewşa mala xwe, di bin siya darê çinarê de radizê."
Nûnerê Rojnameya Azadiya Welat Hakki Boltan jî got "Di rojnamevaniyê de rêberê me Musa Anter e, em di rêya wî de diçin."