Serokê Şaredariya Agiriyê Sirri Sakik der barê êrîşa li Diyadîna navçeya Agiriyê de wiha got: "Ji bo lêkolînkirina vê bûyerê divê hikûmet jî mixalafet jî bên herêmê."
Sakik li meqama xwe daxuyanî da û destnîşan kir ku ev demeke dirêj e hevdîtinên aştiyê dewam dikin.
Sakik destnîşan kir ku çend sal e ji gund û navçeyê welatî diçin herêmê, çalakî dikin û şaxan datînin û wiha got: "Dewlet ji me baştir dizane ku li wê herêmê gerîla hene."
Sakik diyar kir ku di 11ê nîsanê de endamên partiyê, hevserokên şaredariyê, komeleyên mafên mirovan û rêxistinên civakî yên sivîl çûn ciyê pevçûnê û ji bo aştiyê çûn hewara birîndaran.
Sakik destnîşan kir ku divê bûyerên li Diyadînê bên lêkolînkirin û wiha got: "Ji bo lêkolînkirina vê bûyerê divê hikûmet jî mixalafet jî bên herêmê. Ne ku komisyonên şiklî ava bikin, divê bên herêmê û bûyerê lêkolîn bikin. Bangî CHPyê dikim, wek mixalefeta sereke divê hûn komisyonan bişînin herêmê. Li Eneqereyê bi gotin, gef û tundiyê nabe. Kî Sûcdar e divê derkeve meydanê."