Efe di daxuyaniya ku da nûçegihanê AAyê de destnîşan kir ku piştî jimartina reyan ya ku duh hetanî êvarê dewam kir Serokatiya Şaredariya Agriyê namzedê BDPyê Sirri Sakik qezenc kir.
- Kurtejiyana Sirri Sakik
Sirri Sakik di sala 1957an de li Yurecika Mûşê ji dayik bû. Sakikê xabetkarê turîzmê bi salan bi karê turîzmê re mijûl bû. Sakik demekê rojnameya Cûmhûriyet û Vatanê de wek nûçegihan xebitî. Herwiha bû Endamê Damezrîner yê Partiya Demokrasiyê (DEP) û Partiya Civaka Demokratîk (DTP). Di serdema 19emîn û 23yemîn de bû parlementerê Mûşê. Sakik di serdema 23yem de Amiriya Îdarî ya Serokatiya Dîwana TBMMyê kir. Sakik zewicandî û bavê 3 zarokan e.