Erdogan diyar kir ku bi destê dadger û dozgeran guhdarkirinên dereqanûnî hatine kirin û wiha axivî: "Heke operasyona 25ê çileya pêşîn bi ser biketa, dê derbe bikirana û di serî de ez, dê wezîrên hevalên min û hin karsaz bihatana derdestkirin û di dadgehên wek Yassiadayê de bihatana darizandin."
Erdogan destnîşan kir ku navên hin karsazan bi krîterên ecêb li îdianameyê zêde kirine û wiha got: "Li karsazakî dinihêrin, heke kurê wî di dibistanên rêxistina paralel de bixwîne, dibêjin em navê wî nekin fezlekeyê. Wekî din jî dinihêrin, heke aboneyê rojnameyê be, hilnadin nav fezlekeyê. Heke abone nebe, navê wî dikin nav fezlekeyê."
Serokwezîr Erdogan diyar kir ku li Tirkiyeyê bi rêya meseleya terorê dixwazin senaryoyên nû bikin dewrê û wiha peyivî: "Di bûyerên Geziyê de têk çûn, hewldanên 17 û 25ê çileya pêşîn vala derketin, niha jî dixwazin bi rêya meseleya terorê senaryoyên nû çêkin. Hin bûyerên ku diqewimin êdî ji hedê xwe derketine."
Erdogan destnîşan kir ku li Diyarbekirê li dijî ala tirkan êrîş hatiye kirin û wiha got: "Yê ku dikeve nav garnîzonê û alê dadixîne, çi hewce dike divê bê bikirin, heke nekî berpirsiyar î. Divê qey ez ê ji Enqereyê werim û wî bînim xwarê. Divê rayedarê li wir wî bîne xwarê. Polês û leşker nikare hincetan bibîne. Çi hewce dike divê were kirin. Bila ji miletê min tu neferek bala xwe nede van lîstikan û tehrîk nebe. Bila şika tu kesî ji vê tunebe: Ev gel û dewlet qasî ku tu wextî nebûbû, a niha bihêz e û bi xwe bawer e. Ev dewlet wê bersiva wî xayînî û xwediyên wî yên çekdar bide. Divê ev jî wiha bê zanîn. Sebra me jî hetanî derekê ye. Em jî li hember provakasyonên dijî aştî û pêvajoyê hetanî demekê sebir dikin. Li hember wan kesên ku zarokan didin pêş û çalakiyên dikin jî hetanî derekê em sebir dikin. Bila tu kes sebra me neceribîne û test neke. Em hêsirên çavên wan kesên ku dixwazin qezencên Tirkiyeya nû sabote û binpê bikin nanihêrin. Bila li qisûrê nenihêrin. Heke ku HDP li ser şêwaza faşîst, di bin siya çekan de siyasetê dewam bike, em ê HDPyê jî ji muxatabiyê derxînin û em ê tenê bi birayên me yên li wir re muxatab bibin."