Serdozgerê Komarê ya Diyarbekirê Ramazan Solmaz daxuyaniya nivîskî da. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Di 7ê hezîranê de, di bûyerên Liceyê de kesek mir. Cinaze di 8 hezîranê de hat veşartin. Gava ku cenaze dihat veşartin, ji koma ku li goristanê civiyabû kesekî ala tirkan a li nizamiyeya 2yemîn ya Hêzên Hewayê daxist û avêt."
Solmaz diyar kir ku di çarçoveya rêzikên 300/1 û 314/2 ên Qanûna Cezayê ya Tirk û rêzikên 7emîn û 8emîn ên Qanûna Ala Tirk de lêpirsîn hat destpêkirin. Solamaz da zanîn ku li ser kamerayên MOBESEyê lêkolîn dan destpêkirin.
Solmaz got ku piştî lêkolînan 5 kesên ku 18 salî mezintir in hatin binçavkirin.