29 Sibat 2016•Rojanekirin: 01 Adar 2016
MUGLA
Aylan Kurdî yê ku li Bodrûma navçeya Mûglayê behrê bedena wî ya bêcan avêtibû qeraxê û bi bedena xwe ya bêcan va ketibû rojeva dinyayê, tevlî wî 4 kesên din ên di hundirê tekneyê da jî miribûn. Ji ber van mirinan ew du berşikên ji sûriyeyê ku doz li wan hatibû vekirin jî wê îro derkevin pêşiya dadger.
Di çarçoveya bûyera ku li Bodrûmê di 2yê Îlona 2015an de şikefa 14 kes tê de bûn binav bû û zarokê ji Sûriyê Alan Kurdî û 5 kesên din jî di nav de miribûn doz hatibû vekirin û jêpirsîna der barê wê mijarê de didome. Ji ber bûyerê Mûwafaka Alabash û Asem Alfrhadê ku hatibûn binçavkirin wê îro cara duyemîn li Dadgeha Cezayê Giran a Bodrûmê derbikevin pêş dadger.
Binavbûna vê tekneyê bi dîmena bedena bêcan a Kurdî ya ku pêlên behrê ew avêtibû qeraxê va ketibû rojeva cihanê. Ji bo Mûwafaka Alabash û Asem Alfrhad ji ber sûcên "qaçaxçîtiya penaberan dikin", û bi qestî bûne "sedema mirina gelek kesan" 35 sal cezayê hepsê tê xwestin.
Di çarçoveya bûyerê de 4 jê ji Sûriyeyê û 2 jî jê tirk der barê 6 kesan de xebatên ku ji bo qefaltina wan dest pê kiribûn jî didome.
Di rûniştina ewil de berşikan îddiayên der heqê wan de tên gotin red kirin û Evdila Kurdî yê bavê Aylan Kurdî jî sûcdar kirin û gotin ku ew "organîzator" bû.