Önder Beyter
27 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 01 Tebax 2017
GAZÎANTEP
Bi destê Şaredariya Bajarê Mezin Gazîentabê, ji bo ku ji tûrîzma behrê para xwe bistîne, hewzeya Ferata Xwarê mîna Bodrûma ku li Tirkiyeyê yek ji devereke sereke ya tetîlê ye, tê verastkirin.
Gazîentab ku lê gelek mekanên dîrokî û tûrîstîk hene û li herêma Başûrê Rojhilat yek ji wan bajaran e ku herî zehf tûrîst diçinê, dixwaze herêma Ferata Xwarê jî bikeve nava deverên tûrîstîk da.
Şaredariya Bajarê Mezin a Gazîentabê ji bo ku herêma li hemberî Rûmkale ku di dîrokê da mazûvaniya gelek şaristaniyan kiriye û herwiha bedewiyên Çemê Feratê radixe ber çavan, bike yek ji binkeyên tûrîstîk, dest bi xebatan kir.
Şaredariya Bajarê Mezin ji xwe ra qeraxê xweşik ê Bodrûmê wekî nimûne hilbijart û herwiha piştî verastkirina deverê, dixwaze dest bi projeya marîna û qeraxê bike û herêmê bike yek ji navendên cazîbeyê.
Dîsa Şaredariyê xaniyên ji kevir ên li dora Rûmkaleyê ku di dewra destêpa Komarê da hatine çêkirin, mîna xaniyên Bodrûmê restore kirin. Li deverê xebata çêkirina teleferîk û rêya meşa xwezayê dewam dike.
Tê pêşbînîkirin ku proje sala pêşiya me kuta be û herwiha ji sala bê pê va êdî tûrîst wê hem xwe di ava Feratê da hênik bikin, hem di nava xwezayê da derkevin meçê û hem jî wê di teleferîkê da ji jor va li derûdorê temaşe bikin.
Şaredara Bajarê Mezin Gazîentabê Fatma Şahînê di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê da destnîşan kir ku Çemê Feratê ji bo wan xezîneyeke pir mezin e.
Fatmayê got ji bo ku herêma Feratê bibe binkeyeke tûrîzmê, ewê her cure firsendê biemilînin û wiha got:
"Ji bo ku em çêtir ji Feratê sûdê werbigirin, divê em li wir serastkirin û verastkirina qeraxê bikin. Me ligel ajansên pêşketinê û Wezareta Çandê projeyeke hevbeş çêkir û lez û bez em dest bi verastkirina qeraxê dikin. Emê sala pêşiya me derkevin îhaleyê."