17 Nîsan 2016•Rojanekirin: 18 Nîsan 2016
ANKARA
Li Diyarbekirê di 6 û 7ê cotmeha 2014an de ji ber hinceta bûyerên Kobanê, xwepêşanên bêdestûr hatibûn lidarxistin. Di van xwepêşandanan de Yasîn Boru, Ahmet Dakak, Riyat Guneş û Hasan Gokguz hatibûn kuştin. Doza wan a ku 17 kes girtî, bi giştî 34 bersûc tên darizandin, wê îro dewam bike.
Ji ber sedema ewlehiyê doz ji Diyarbekirê neqlî Enqereyê hatibû kirin. Doz wê îro di saet 10.00an de li Dadgeha Cezaya Giran a 2emîn a Enqereyê dest pê bike.
Beriya vê di runiştina ewil de di navbera bersûcan û eqrebayên kuştiyan de rageşî çêbûbû. Li ser vê dadgehê biryar dabû ku doz bi awayekî girtî dewam bike. Lê rojnamevan wê bikaribin dozê bişopînin.
- "Baş bû ku me wisa kir..."
Parêzer Murat Sadak piştî runiştina dozê wiha behsa rageşiya di navbera bersûcan û eqrebayên wan da kiribû: "Bersûc Sedat Çoban ji bavê Hasan Gokguz Mehmet Gokguz re bi kurdî got ku 'baş bû ku me wisa kir'. Wî jî bertek nîşan da. Li ser vê hewl dan ku li Apê Mehmet bixin."
Der barê bersûcan de ji ber sûcê çar kesan bi "hesteke wehşî an jî bi eziyetê ve kuştin" 4, ji ber sûcê "yekîtiya dewletê û welêt xirabkirin" carek, bi giştî 5 caran cezayê muebetê ya giran tê xwestin.
Di îdîanameyê de tê gotin ji ber ku Yusuf Er jî birîndar kirine, ji bilî van cezayan divê ev tevgera wan jî bê cezakirin.