Elif Orhan
08 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 08 Cotmeh 2018
DIYARBAKIR
Di çalakiya ku Platforma Karwana Şehîdan li dar xist de Boru û hevalên wî Hasan Gokguz û Huseyîn Dakakê ku alîgirên PKKê ew bi awayekî hovane qetl kirin li Goristana Yenîkoyê ya li navçeya Baglarê li ser qebrên wan hatin bibîranîn, ji bo wan Qur'ana Pîroz hat xwendin û dia hatin kirin.
Serokê Platforma Karwana Şehîdan Omer Çelîk di çalakiya bibîranînê de axivî û got ku bûyerên 6-7ê cotmehê bûyereke dilsoj e ku divê neyê jibîrkirin.
Çelîk diyar kir ku PKKya rêxistina terorê ji roja ku ava bûye vir ve ji bilî xwîn, rondik û zilmê tu tişt neda gelê Kurd û wiha axivî: "Armanca kesên ku hefsarên wan di destê wan de ye, wan wekî amûr bi kar tînin ew e ku ciwanên Kurdan ên ji îslamê, hezkirinê û merhametê dûr, yên ku dê ji wan re koletiyê bikin derxînin holê."
Çelîk bi bîr xist ku rêxistina terorê di dema bûyeran de êrîşî mizgeft û kursên Qur'anê kirin û wiha axivî:
"Armanca wan ew e ku aliyên îslamî yên ku ji xwe re wek asteng dibînin û muntesîbên wan bi awayekî plankirî bi hovane ji holê rakin, wan bitirsînin û vê hovîtiyê di hişê mirovan de tirsê belav bikin û li herêmê ciwan ji îslamê dûr bin.
PKK û alîgirên wê yên ku bûn sedema mirina bûyerên 6-7ê cotmehê, van ciwanên me yên mezlûm bi hovane qetl kirin û fîtkerên wan ên ku bangî wan kirin ku dakevin kolanan heta qiyametê dê bi lenet bên bibîanîn û rezil û ruswa bin."
Malbatên Yasîn Boru, Hasan Gokguz û Huseyîn Dakak, nûnerên saziyên civakî û welatî beşdarî çalakiya bibîranînê bûn.