08 Adar 2017•Rojanekirin: 09 Adar 2017
ANKARA
Derbarê hewla derbeyê ya Rêxistina Teroriya Fetullahî (FETO) ya 15ê temûzê, hinek ji gumanbarên di îdianameya dijî 221 kesê ku têkilî çalakiyên Sererkaniyê bûne, îfadeyên wan yên weke "di derbeyê da roleke aktîf ne dîtine, têkiliya wan bi FETOyê ra nîn e" bi dîmenên li Qerargeha Sererkaniyê derew derketin.
Dîmenên kamerayan yên ku ji derbekaran we bû îmha kirine nakokiya îfadeyên wan û rastiya şeva 15ê temûzê derdixe holê.
- Amîralê derbekar pihînan li welatiyê birîndar dixe
Di tomarên kamerayê da dixuye bi berevajiya îfadeya Serokê berê yê Daîreya 1emîna Îstîxbarat û Nirxandinê Tuxamîral Sînan Surer, ew bi wan ra tevdigere û welatiyên ku dikevineQerargehê têne gulebarankirin, welatiyekî birîndar didin ber pihînan.
Herwiha bi vê tehqîqatê şekere jî bû ku Surer bikarhênerekî bernameya "Bylock"ê ye.
Bi tehqîqata Sererkaniyê derket holê ku Surer digel Mehmet Partigoç, Orhan Yikilkan û Ramazan Gozel Qerargeh bi rê va birine û îrtibata navbera Qerargehê û Baregeha Akinciyê kordîne kiriye.
- Korgeneralê berê İlhan Talu
Korganeralê berê Îlhan Talu di îfadeya xwe da gotibû, piştî ku dîtine komek ji Fermandariya Hêzên Taybet ketine Qerargehê çûye meqamê xwe û li wêderê digel Tuxgenaral Hayrettin Kaldirimci, Dozgerî Serbazî Kurtuluş Kaya, Albayê Dadwer Mehmet Oguz Akkuş heta seat 01.00ê lempê xwe vemirandine û derî ji hundir va kilît kirine û heta seat 10.00ê 16ê temûzê ji odeya xwe derneketiye.
Lê dîmenên kamerayan yê Qerargehê nakokiya îfadeya Talu derxist holê. Di dîmenan da eşkere bû ku di wan seatan da Talu di destê wî da dosya hene û li korîdorên Qerargehê diçe û tê.
- Tuxgenaralê berê Mehmet Partigoç
Endamê Qaşo Qonseya ya Li Welat Silhê Serokê berê yê Daireya rêvebirina personel plana Sererkaniyê Tuxgenaral Mehmet Partigoç jî di îfadeya xwe da gotibû dûr yan nêz3ik ti eleqeya wî bi FETO ra tune ye. Herwiha wê şevê hewl daye li Qerargehê pevçûn û niqaş dernekeve.
Lê dîmenan berevajiya wê îsbat kir. Partigoç di Qerargehê da diçe û tê û digel Başçaw3iş Mehmet Satunê ku derbekaran destê wî girêdabû diaxive.
- Derbekarê ku îdia kir ji aliyê derbekaran va hatiye derdestkirin
Gumanbar Tumgenaral Baki Kavunê Serokê berê yê Daireya Herekat û Planê ya Sererkaniyê jî di îfadeya xwe da gotibû hewl daye derbakaran razî bike ku ji çalakiyên xwe vegerin lê destê wî girêdane û wî derdest kirine.
Lê di dîmenan da diyar dibe ku Kavun ti hewleke wisa nake di nava Qerargehê da bi serbestî digere û di wan seatên ku îdia dike derdest bûye, bi telefonê diaxive.
Gumanbarên weke Bînbaşî Abdurrahim Aksoyê ku di Fermadariya Hêzên Taybet da wezîfedar, Qurmay Bînbaşî Recep Ozkanê alîkarê sekreterê taybetê Orgeneral Yaşar Gulerê 2yemîn Serokê Sererkaniyê, Yarbayê berê Gokhan Eski, Sûbay Mehmet Akçar, Midûrê Şaxa General/Amîral li Serokayetiya Sererkanyê Cemil Turhan, Albay Firat Alakuş, Bînbaşî Talha Atlanel, Yuzbaşî Gökhan Balci, Çawîşê Pispor Cahit Kukey,Kurbay Albay Mustafa Çiçek, Kurmay Albay Cemal Turgut, Ustegmen Kadir Bozan, ku hemiyan di îfadeya xwe da îdia kiribûn bê tawan in û eleqeya wan bi FETOyê ra tune, di dîmenan da berevajiyê îfadeya wan derket holê.
- Sûcê wan
Leşkerên derbekar ji sûcên weke "hewla ji holêrakirina pergala destûrî", "Endambûna rêxistina terorê", "Hewla ji holê rakirina TBMMê û rêgirîkirina li ber îcaraata wê", "Hewla ji holê rakirina Hikûmeta Komara Tirkiyeyê û rêgirîkirina li ber îcaraata wê", "Kuştin bi mebesta ku neyên girtin, veşartina suc û reşkirina delîlan", "Xesbkirina fermandariyên leşkerî", "Riayetnekirina fermana Fermandaran" tên darezandin.