08 Adar 2017•Rojanekirin: 08 Adar 2017
ANKARA
Berdevkê HDPê Osman Baydemir der barê betalkirina parlamenteriya Fîgen Yuksekdaga Hevseroka Gişkî ya HDPê îdia kir ku ev biyar bi "korsanvarî" hatiye dayîn.
Baydemir di Navenda Gişkî ya HDPyê de bi hin parlamenterên ku ji Ewropayê hatine re hevdîtinek kir. Piştî hevdîtinê Baydemir daxuyaniyek da û îdia kir ku Demirtaş û Yuksekdag û parlamenterên wan yên din ji ber fikrên wan hatine girtin.
Baydemir îdia kir ku parlamenteriya Fîgen Yuksekdaga Hevseroka Gişkî ya HDPê bi biryareke "korsanvarî" hatiye betalkirin.