Biryara diyar dike ku ka hilbijêrên ku li ser kutûka hilbijêran a derveyî welêt qeydkirîne, di hilbijartinên serokomariyê de dê li kîjan deriyê gumrikê deng bidin û esas û prensîbên lijneyên ku dê peywirê bigirin ser xwe diyar dike. Li gor biryarê deriyên gumrikê yên ku hilbijêr dikarin wir dengê xwe bidin wiha ne:
Rêbeja Gurbûlakê, Rêbeja Turkgozuyê, Rêbeja Sarpê, Rêbeja Kapikûleyê, Rêbeja Îpsalayê, Rêbeja Pazarkûleyê, Rêbeja Esendereyê, Rêbeja Dîlûcûyê, Rêbeja Derekoyê, Rêbeja Xabûrê, Balafirgeha Şakîrpaşayê, Balafirgeha Esenbogayê, Balafirgeha Antalyayê, Balafirgeha Eskîşehîrê, Balafirgeha Elazigê, Balafirgeha Gazîentabê, Balafirgeha Hatayê, Balafirgeha Elazigê, Balafirgeha Ataturkê, Balafirgeha Sabîha Gokçenê, Balafirgeha Adnan Menderesê, Balafirgeha Erkîletê, Balafirgeha Leşkerî ya Konyayê, Balafirgeha Dalamanê, Balafirgeha Bodrûm-Mîlasê, Balafirgeha Samsûnê, Balafirgeha Trabzonê, Balafirgeha Zongûldakê, Lengergeha Kaşê, Lengergeha Kûşadasiyê, Lengergeha Ayvalikê, Lengergeha Îskenderûnê, Lengergeha Mersînê, Lengergeha Taşûcûyê, Lengergeha Fethiyeyê, Lengergeha Marmarîsê, Lengergeha Bodrûmê û Lengergeha Samsûnê û deriyên gumrikê."
Li deriyên sînor miameleya dengdayînê ya ji bo dengdayîna ewil dê di 26ê tîrmehê roja şemiyê di saeta ku LBHyê ji bo wê herêmê diyar kir de dê dest pê bike. Di 10ê tebaxê roja yekşemê dîsa di saeta ku LBHyê ji bo wê herêmê diyar kir de bi dawî bibe. Heke hilbijartin bimîne dengdayîna duyemîn jî dê di 17ê tebaxê roja pazarê di saeta ku ji bo wê herêmê hat diyarkirin de dê dest pê bike û 24ê tebaxê roja yekşemê bi dawî bibe.
Her wiha dê heta 21ê tîrmeha roja duşemê, lijneyên hilbijartinê yên gumrikê bên avakirin.
Di deriyên gumrikê de piştî 26ê temûzê ya ku dê ew roj miameleyên dengdayînê dest pê bike, heke bê tespîtkirin ku ji texmînan zêdetir deng hatin dayîn, LBH dê bikaribe jimara lijneyên hilbijartinê yên deriyên gumrikê yên berwext zêde bike.
Di biryarê de her wiha hat bibîrxistin ku dîroka dengdayînê ya ji bo welatîyên li derveyî welêt dijîn a li gor rewşa welêt û hilbijêran, dengdayîna ewil dê di navbera 31ê temûzê û 3yê tebaxê, dengdayîna duyemîn jî dê di navbera 17ê û 20 tebaxê de ye.