Dest dan ser mal û milkê 'Boko Haramê' yên li Tirkiyeyê
Biryar hat dayîn ku dest bidin ser mal û milkê li Tirkiyeyê yê rêxistina "Boko Haram"a Nîjeryayê.
10 Hezîran 2014
ANKARA
Biryar hat dayîn ku dest bidin ser mal û milkê li Tirkiyeyê yê rêxistina "Boko Haram"a Nîjeryayê.
Biryara Lijneya Wezîran a der barê vê mijarê de di Rojnameya Fermî de hat weşandin.
Bi vê biryarê ve rêxistina Boko Haramê li gor 'Qanûna Pêşîlêgirtina Terorê' tevî lîsteya "rêxistin, sazî û kesên ku bi El-Qaîdeyê re têkîldar in" kirin.