KERKÛK
Hat ragihandin ku DÎŞIyê ji du gundên li başûrê Kerkûkê 170 xort revandin.
Li gor agahiyên ewlehiyê li gundên El Şecere û Garîpê yên navçeya Hawîceyê ku 55 kîlomêtro li başûrê Kerkûkê ye ala DÎŞIyê hat şewitandin. Li ser vê milîtanên DÎŞIyê bi wesaîtên leşkerî hatin û ji eşîra el-Cuburê 170 xort revandin.
Rayedarê polêsên Hawîceyê Ehmed Kazim destnîşan kir ku xort birine girtîgehên li navenda Hawîceyê.
Milîtanên DÎŞIyê meha borî jî ji eşîra el-Cuburiyê 50 kes dîl girtibû û piştî du rojan serbest berdabû.