ERZURUM
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê hewaya herî sar bi di bin sifirê da 13 pileyî va li Qersê hat pîvandin.
Li gor agahiyên ku ji rayedarên Navenda Hişyarî û Texmîna Meteorolojiyê hatin sitendin, herêm di bin tesîra hulmegura nimiz a Îzlandayê da ye, esmanên ewrsayî û ewravî be. Li dorberê Erzirom, Qers û Agiriyê berfê bibare, li dorberê Erzincan û Îdirê şilî û şilopeyê bibare.
Li herêmê bi şev germahiya hewayê li Mûş, Agirî, Erzincan û Îdirê 0, li Qersê di bin sifirê da 13, li Erdexanê di bin sifirê da 8, li Erziromê di bin sifirê da 6, li Bidlîs û Hekariyê di bin sifirê da 1 û li Wanê di bin sifirê da 3 pile hat pîvandin.
Tê rexmînkirin ku bi roj germahiya hewayê li Hekariyê 7, li Ezircan û Îdirê 6, li Wanê 5, li Mûşê 3, li Erziromê 2, li Agirî û Bidlîsê 1, li Qers û Erdexanê 0 pile be.
Qalindahiya berfê li Erziromê 7, li Agiriyê 3, li Qersê 10, li Erdexanê 17, li Palandokena navenda xweşiqitandinê 33, li Qonaxliya navenda xweşiqitandinê 29, li Cibiltepeya navenda xweşiqitandinê 25, li Çiyayê Kopê 18 santêm hat pîvandin.
Wek mayîn li herêmê ji ber mijê meriv 10 metreyan encax pêşiya xwe dibîne.
Rayedarên meteorolojiyê diyar kirin ku mij û cemedê zêde hebe ji ber vê yekê divê welatî bêtevdîr dernekevin rê.