Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu got: "Em li vî welatî demokrasiyeke biqalîte dixwazin. Em dixwazin bibin xwediyê nirxên exlaqî û qedr û qîmeta wan nirxan bilind bikin."
Kiliçdaroglu Serokbajarê Stenbolê yê CHpê Murat Karayalçin ziyaret kir û bi rêvebiriya bajêr re hat bal hev.
Civîn bêyî çapemeniyê hat kirin û Kiliçdaroglu bangî partiyiyan kir. Kiliçdaroglu got ku ew di civînê de li ser hilbijartina 7ê hezîranê sekinîn.
Kiliçdaroglu daxuyand ku demokrasiyê bi taybetî di van sê mehên dawiyê de ji aliyê hiqûqî û exlaqî ve derbeyên mezin hilda û got ku demokrasî hat binpêkirin.
Kiliçdaroglu xeberdana xwe wiha berdewam kir:
"Welatekî wisa bifikirin ku di qanûna wê ya bingehîn de dinivîse ku hiqûq li ser her tiştî re ye. Kesê ku wek serokomar hatiye hilbijartin, li gor qanûna bingehîn tev nagere, li ser sonda xwe nasekine, dibêje ku 'ez guh nadim' qanûna bingehîn. Ji aliyekê din ve bifikirin. Navê 4 wezîran di nav doza gendeliyê de derbas dibe, lê parlementerên AKPê wan di TBMMê de rûreş nakin û wan xelas dikin. Ji aliyê exlaq ve em di pêvajoyeke sifirkirî de ne. Ji aliyê hiqûqê ve em di pêvajoyeke wisa de ne ku hiqûq hatiye sifirkirin. Ez dixwazim ku her kes vê yekê bizanibe. Em li vî welatî demokrasiyeke biqalîte dixwazin. Em dixwazin bibin xwediyê nirxên exlaqî û qedr û qîmeta wan nirxan bilind bikin. Em dixwazin ku bêhiqûqî, gendelî, dizî û kesnenasiyê biavêjin sergoyê. Siyaseta paqij, siyaseta biexlaq, siyaseta ku hesab dide gelê xwe, siyaseta ku ji eşkerekirina mal û milkê xwe natirse. Em siyaseteke wisa dixwazin ku nekeve teşqeleya 'gelo di bankeyên Îsvîçreyê de perê min heye an tuneye'. Em siyaseteke ku feqîrî sifir kiriye, feqîriyê îdare dike na, siyaseteke ku feqîriyê xelas dike an jî di rêya xelaskirinê de hewl dide dixwazin. Daxwaza me ev e."