Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu der barê daxuyaniyên ji bo pêvajoya çareseriyê da wiha got: "Ez bawer nakim bi vê hişmendiyê aştî çêbe. Pêvajoya ku li ser bêbaweriyê hatiye çêkirin aştiyê nayne Tirkiyeyê. Lewra demildest daxuyanî hat dayîn ku 'AKP li ber aştiyê asteng e.' AKPyê daxuyanî da ku 'Astenga herî mezin HDP ye'. Ez eşkere dibêjim, di navbera AKP û HDPyê de hevkariyê hilbijartinê heye."
Kiliçdaroglu bal kişand ser hevdîtina di navbera Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan û lijneya HDPyê ku roja şemiyê li Dolmabahçeyê pêk hat û wiha got: "Min jî bi tesadûfî di televizyonê de temaşe kir."
Kiliçdaroglu diyar kir ku ji bo çekdanînê bang hatiye kirin û wiha got: "Em jî hêviya Tirkiyeyeke ku lê çek nayên emilandin dikin. Heger dev ji çekan berdin em ê kêfxweş bibin, bira dev ji çekan berdin."
Kiliçdaroglu wiha axivî: "Lê qala 10 xalan dikin. Min jî xwend. Tê de dibêjin azadî, aştî û gelek tişt. Peyvên baş in û em nikarin li hember derkevin. Aştî û azadî hetiya ma qey em li hember dedikevin. Lê di bin vê metnê de çi veşartiye? Kes nizane. Ez tiştekî mereq dikim, di vê daxuyaniyê de li hev dikin? Heger li hev dikin hûrgiliyên vê çi ne, em dixwazin bizanibin. Heger li hev dikin çima AKP û HDP hev sûcdar dikin. Mesele çi ye? Raya giştî nizane. Daxuyaniyên nîvco ne û veşartî ne."