ANKARA
Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan got ku pêvajoya çareseriyê gihîşt qonaxeke baş û wiha axivî: "Ez jî wisa difikirim ku wê çend roj şûnde, çend hefte şûnde tiştên baş wê bibin. Divê meriv hêviyan xurt bike. Ango divê meriv her tim reşbîn nebe, tiştên erênî binihêre."
Akdogan bû mêvanê xeberên Starê û der heqê rojevê de axivî.
Akdogan der heqê pêvajoya çareseriyê de jî axivî û got ku pêvajo di eslê xwe de 12 sal in dewam dike. Vekirina demokratîk, yekîtiya millî û biratî û ev qonaxa ku vê gavê dewam dike jî berdewamiya van e û wiha xpê de çû:
"Heta niha reformên baş hatin kirin. Heke ku encam nêz bê, ev jî bi xebatên hikûmetê ve pêk hat. Sabotajên pir cidî derxistin û pêvajoyên berê têk birin. Pêvajoya çareseriyê bi bûyerên Kobanê re ket talûkeyê. Êdî sabotaj derkevin jî piştgiriya civatê heye. Ev piştgirî sabotajan çareser dike. Êdî zemînê diyalogê heye. Bi awayekî diaxivin û rêyeke hevpar tê dîtin. Ji rîspiyan bigrin heta komxebatan mekanîzmayên diyalogê çêbûn. Di siyaseta tirk de me ev hemû çêkirin.
Em rêbazeke nû diceribînin. Em di pêvajoya çareseriyê de di qonaxeke baş de ne. Vê gavê hevdîtin dewam dikin. Hikûmet ji aliyekê ve xebatên xwe didomîne. Em di qonaxeke baş de ne. Ez jî wisa difikirim ku wê çend roj şûnde, çend hefte şûnde tiştên baş wê bibin. Divê meriv hêviyan xurt bike. Ango divê meriv her tim reşbîn nebe, tiştên erênî binihêre."
Akdogan li ser pirsa "Pênûmaya Ocalan wê heta kêngê veşartî bimîne" wiha axivî: "Em tiştekî venaşêrin. Ji HDP di nav alîgirên xwe de belav dike. Ev fikra Ocalan e. Li vê derê fikrên cuda cuda hene. Ew jî bi Qendîl û Îmraliyê re hevdîtinê dikin. Fikra HDPê bixwe heye. Helbet fikreke me jî heye. Ango bi serê xwe wateya fikran tuneye. Ew fikrek e, li ser nîqaş tên kirin. Hevdîtin dewam dikin. Ez wisa difikirim ku encam nêzîk e. Divê meriv bi niyeteke baş piştgiriyê bide pêvajoyê."
Akdogan destnîşan kir, divê meriv hay ji devê xwe hebe û tiştên ku zirarê didin pêvajoyê, li ser neaxive. Akdogan diyar kir, bûyerên ku asayîşê xerab dikin jî zirarê dide pêvajoyê. Akdogan daxuyand, gotinên ku îdraqê xerab dikin jî zirarê didin pêvajoyê.
Akdogan diyar kir, divê ev qonax bi aqlê selîm dewam bike û wiha got: "Hikûmet di vê mijarê de jî biryardar e û îradeya wê ya xurt heye. Hevdîtin dewam dikin. Ez ê jî vê heftê dîsa bi heyeta HDPê re hevdîtinê bikim. Em ê li ser qonaxa ku em derbas bûnê bisekinin."
Akdogan wiha axivî: Ocalan di Newroza 2013an de bang kir û got 'bila gule neteqin, baxivin'. Ev bang girîng bû. Ango fikr ji bo çekdanînê girîng bû. Nîqaşkirina vê girîng bû. Heta fikir nebe çek nayên danîn. Divê meriv pêşiyê baweriya xwe bi demokrasiyê bîne. Ev axaftin ji vî alî ve girîng bû. Divê bangên din jî bên kirin , fikir bên dayîn."
Akdogan got ku hevdîtin dewam dikin û wiha pê de çû: "Ez wisa difikirim ku Ocalan dibe ku bangên nû bike. Divê em bibêjin ku bila çek bên danîn, dayîk negirîn, xwîn nerije. Divê em xwedî li vê fikrê derkevin. Înşallah bi biharê re çîçekên derkevin."
Akdogan li ser pirsa "Gelo Ocalan wê banga çekdanînê bike" got:
Armanca pêvajoya çareseriyê çi ye? danîna çekan e, kutabûna terorê ye. Ev meseleyê ji binî ve çareser dike. Ev pêvajo ji bo vê ye. Meqseda hevdîtinan ev e.
Em vê gavê li ser gelek mijaran disekinin. Ji Qanûna Partiyên Siyasî bigre heta Qanûna Hilbijartinê. Gelek ji van mijaran jî bi makezagoneke nû ve ancax were çareserkirin. Ev siberoj nayê çaresekirin."
Akdogan li ser pirsa "Hebsa di malê de wê were rojevê" jî wiha axivî: "Kesên ku vê tînin rojevê zêdetir ew kes in ku piştgiriya civatê xerab dikin, îdraqa civatê xerab dikin. Lê min heta niha min hîç nebîhîstiye ku Ocalan bixwe behsa meseleyên der heqê xwe de kiriye û aniye rojevê. Min nebîhîstiye ku gotiye 'Ez ê çawa bim, di paşerojê de rewşa min ê çawa be. Vê gavê ev mijar di nav mijarên ku em li ser disekinin de tuneye. Ez vê bibêjim"