Kesên ku di kamuyê de dixebitin û dixwazin bibin parlementer, ji bo ku bibin namzed divê sibê heta saet 17.00an ji wezîfeya xwe îstifa bikin.
Li gor biryara Lijneya Hilbijartinê ya Bilind kesên ku dixwazin ji bo parlementeriyê bibin namzed û beşdarî hilbijartina 7ê hezîranê bibin, divê sibê heta saet 17.00an ji wezîfeya xwe îstifa bikin.
Li gor biryarê yên ku divê îstifa bikin ev in: "Hakim û dozger, hindekarên ku di zanîngehan de dixebitin, endamên Lijneya Perwerdeya Bilind, endamên Lijneya Bilind a Radyo û Televizyonê, serokên şaraderiyê, efser, binefser,endam û serokên lijneya rêvebiriya navçe û bajêran ên partiyên siyasî, endamên meclisa şaredariyê, endamê meclisa giştî yên bajêr, wezîfedarên sendîkayan û saziyên pîşeyan, wezîfedarên bankayên kamuyê."