Serokwezîr Ahmet Davûtoglû li Nevşehîrê beşdarî vekirina "4emîn Roja Eşûrê ya Hecî Bektaşê Welî ya Navneteweyî" bû û li vê derê axivî. Xanima Serokwezîr Sare Davûtoglû, Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan, Wezîrê Xebat û Ewlehiya Civakî Farûk Çelîk, mêvanên biyanî, Waliyê Nevşehîrê Mehmet Ceylan, Waliyê Necefê Adnan Al Zûrûfî, Serokê Federasyona Elewî Bektaşî Fevzî Gumuş, Serokê Komeleya Çanda Hecî Bektaşê Welî Mistefa Ozcivan û gelek kesên din tevlî merasimê bûn.
Serokwezîr Davûtoglû bi hevokên "Selam ji pîrê berê cenabê Hecî Bektaşê Welî re. Selam li wî û kalên ku bi salan e li pey rêça wî vî karî dimeşînin re be. Ji zahîtan re, abidan re, evîndaran re ji rêwiyên vê rê yê re û ji hemû hevalan re selam be."
Davutoglu diyarkir ku dîroka wan dîrokeke dûr û dirêj e û wî jî ji hemû kesên vê wezîfeyê ji ser milê xwe dewrî wî kirine re spas kir û wiha dewam kir: "Emanetê wan niha li ser pişta me ye. Emanetê pîrên Xorasanê li ser pişta me ye. Roja ku min vê wezîfeyê hilda ser xwe serê sibeha heman rojê ez hatim serdana Hecî Bektaşê Welî û min jê destûr hilda. Ji bo kirina wezîfeyekî çi ast dibe bila bibe hewcedarî bi destûrê heye. Di çanda elewî û bektaşiyan de destûr dayîn tê çi meneyê baş tê zanîn."
"Dema em mezlûman dibînin em wan neezimînin dilê me rihet nake û xew nakeve çavê me"
Davutoglû destnîşan kir ku dema ew zaliman dibînin û rastî wan tên bê deng namînin û wiha dewam kir: "Dema em mezlûman jî dibînin heta em wan neezimînin dilê me rihet nake û xew nakeve çavên me. Xwedê li dijî emanetê Cenabê Hiseyîn derketinê li me heram bike. Ji bo me rêz nîşandina Ehlê Beytê ev e."
Serokwezîr di axaftina xwe ya li vê dera de li ser kuştina donervanên ku li Almanyayê hatin kuştin, dersên çanda dîn û ehlaqê jî sekinî û diyar kir ku di nav hemwelatiyên elewî û sûnî de tu cudahiyek tuneye û her kes wek hev e.