Hat ragihandin ku ji ber asê mayîna karkerên di kana madenê ya li Ermenekê 7 kes hatin binçavkirin û li kesekî jî digerin.
Di kana komirê ya li Ermenekê ji ber qezaya ku pêk hat de ji 18 karkerên asê mabûn 2 karker mirî hatin derxistin û hêj 16 karker jî di kanê de ne. Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê hilda jêpirsîna ku ji ber vê bûyerê ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Ermenekê ve dihat birêvebirin didome.
Di çarçoveya jêpirsînê de rayedar û endezyarên kanê jî di nav de 7 kes hatin binçavkirin û ji bo binçavkirina kesekî jî xebatên lêgerînê didomin.
Kesên ku di vê çarçoveyê de hatibûn binçavkirin niha îfadeyên xwe didin.