04 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 04 Berfanbar 2015
ANKARA
Serokwezîr Ahmet Davutoglu got: ""Me li gor rêgezên angajmanê sînorên xwe parast û balafireke ku nayê zanîn a kê ye ku sînorên me yên hewayê îxlal kir, daxist. Kes nikare di vî warî da Tirkiyeyê da sûcdar bike. Ji ber vê jî kes nikare bibêje bila Tirkiye lêborîn bixwaze. Me sînorên xwe parast û em lêborînê naxwazin. Em tenê hesab didin gelê xwe yê ezîz ku di 1ê mijdarê da meşrûiyet da me."
Davutoglu di axaftina xwe ya ku li Akademiya Dîplomasiyê ya Azerbeycanê kir de got ku bila tu kes li benda lêborîn xwestina Tirkiyeyê nebe.
Sernavên ku ji axaftina Davutoglu derketin pêş:
"Serokwezîr Davutoglu: "Ez bangî berpirsiyarên Rûsyayê, Birêz Pûtîn û hemû serkirdeyên Rûsyayê dikim, werin em meseleya xwe rû bi rû xeber bidin. Lê ne bi îdayên ku 'Tirkiye pişta DAEŞê digire', divê em kampanyayên heyama şerê sar li dijî hev neemilînin. Heger îdiayeke wiha heye, we çima 15 roj berê neanî rojevê.
Di navbera gelên tirk û ûris da tu pirsgirêk tune û ew ê dernekeve jî. Ez ji vê derê ji Moskova û hemû gelê ûris ra dibêjim. Em li dijî gelê ûris di nav tevger û teredudekê da nînin û nêrîna me neguheriye. Tirk û ûris du gelên mezin ên ku bi hev ra dîroka Ewropa û Asyayê çêkirine. Gelê ûris gelekî bi rûmet e, em rêzê nîşanî wan didin lê belê divê her kes jî bizanibe ku gelê tirk gelekî bi rûmet e û dema ku rêzê nîşanî gelekî dide li hêviyê disekine ku ew gel jî rêzê nîşanî wan bide.
Serokwezîr Davutoglu: "Heta ku axa Azerbeycanê ya di bin dagirkeriyê de ye bê xilaskirin em dewleta Komara Tirkiyeyê li cem Azerbeycanê ne û ez dixwazim ev yek bê dizanîn. Ez ji vê derê dixwazim bangî Ermenistanê bikim, dema hûn wê axa ku aîdê we nîne ji bo teslîmî xwediyê wî bikin û pêvajoyeke wisa bidin destpêkirin wê demê hûn jî dikarin beşdarî îttifaqa aştiyê ya ku di navbera Tirkiye-Gurcistan-Azerbeycanê de heye bibin. Em li hemberî tu kesî çavnebariyê nakin lê her bihost axa Azerbeycanê pîroz e û divê ji dagirkeriyê bê xilaskirin.