Nihat Kavşut
28 Mijdar 2019•Rojanekirin: 29 Mijdar 2019
Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu: "Em ê serê meha Kanûnê 11 endamên DEAŞê ku welatiyên Fransayê ne bişînin Fransayê."
Soylu li Îzmirê li otêlekê di Komxebata Civak, Ewlehî û Koçberiyê ya Herêma Egeyê da axivî.
Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu destnîşan kir îadekirina endamên DEAŞa rêxistina terorê yên biyanî didome û wiha got: "Mesela vê hefteyê roja înî û şemiyê îadeyên me yên ji bona Belçîka û Îrlandayê hene. Em ê serê meha Kanûnê 11 endamên DEAŞê ku welatiyên Fransayê ne bişînin Fransayê."
Suleyman Soylu destnîşan kir heta niha hejmara Sûriyeyiyên vegeriyane welatê xwe 370 hezar e û wiha axivî: "Dibe ku gorî hin kesan kêm be, lê ya girîng ew e ku veger heye. Wek mayîn em di bin barê koçberên bêdestûr da ne û ev her diçe zêde dibe. Di 2016 û 2017an da 175 hezar û di 2018an da 268 hezar e. Hûn dizanin niha çiqas e, reqemên îniya borî 405 hezar bû, niha jî di navbera 420 hezar û 430 hezarî da ye."
Wezîrê Karên Navxweyî Soylu ji bona li Îzmirê nîşankirina mala welatiyekî Elewî wiha peyivî: "Ez nîşankirina wê malê mîna nîşankirina mala xwe dihesibînim. Hevalên me wê wî kesî bibînin. Wezareta Karên Navxweyî bi her awayî, ji hêla hiqûqî va jî terefê vê bûyerê ye. Ew kes wê derkeve ber edaletê û berdêla wê çi be bide."