Demirtaş û nûnerên ermenî, suryanî, rom û cihû li Beyogluya Stenbolê di restorantekê de hatin bal hev.
Demirtaş beriya civîna ku bêyî çapemeniyê hat kirin daxuyanî da rojnamegeran û got ku ev hevdîtineke pir bi qîmet e û wiha pê de çû: "Ez hêvî dikim ku TRT vê diweşîne. Lewra em dixwazin ku hemû Tirkiye hevdîtinên kampanyayê ku em dikin bibînin û bibihîzin."
Demirtaş got ku "Ez wek namzedekî ku rastî cudakariyê hatiye, ez ê bi kesên ku herî zêde rastî cudakariyê hatine re hevdîtinê bikim" û wiha dewam kir: "Ez li taxa ermeniyan mezin bûm û rastî cudakariyê hatim, lêbelê piştî ku min dewlet nas kir, min ev fêm kir."
Demirtaş bal kişand ku ev civîn bi mebesta reyberhevkirinê nayê kirin û dê di civînê de rêgezên exlaq bên parastin.
Demirtaş wiha got: "Ya girîng ew e ku meriv li ku derê dibe bira bibe, divê meriv azadî û mafê kesên din biparêze, ne ku yek tenê li ser piraniya mirovên der û dora xwe kêf bike û bi wê garantiyê mafê kesên der û dora xwe biparêze. Krîtera demokratîkbûnê jî ev e."
- "Em ê ji bo aştiya mayînde hewl bidin"
Demirtaş li ser pirsa "Li gor daxuyaniyên Cemîl Bayik piştî vî qasî ji bo pêvajoyê hûn ê çi bixwazin, daxwazên we çi ne?" wiha got:
"Em ê ji bo aştiya mayînde hewl bidin. Em wek siyasetmedarên din nabêjin ku 'heke wiha bibe em ê dest biavêjin çekan'. Çi dibe bila bibe, em ê dest neavêjin çekan. Ji bo ku aştiya mayînde çêbibe û şidet bi her awayî ji dewrê derbikeve, wek siyasetmedar em ê têkoşîne bidin. Kampanyaya serokomariyê jî beşek ji vê têkoşînê ye. Xwestina me ya aştî û pêkvejiyanê jî nîşaneyeke vê têkoşînê ye. Ez hêvî dikim ku ji bo çareserî û aştiyê gavên berbiçav bên avêtin"
Demirtaş li ser pirsa "Ji gavên berbiçav qesta we çi ye?" jî wiha got: "Verastkirinên zagonî. Ango di beşa sosyal, aborî, çandî û ewlehiyê de verastkirinên zagonî yên nû. Divê êdî pêvajo werganî dewam bike."