Zakîr Tekînê 27 salî, kevirên înşaetan, ên der û dora rêyan berhev dike, difroşe û bi vî karî ve 4 nifûsan xwedî dike.
Tekîn got ku 2 sal berê avahiya wan xirab bû û ew bê xanî man, piştî vê jî wî dest bi vî karî kir û wiha dewam kir: "Ez kevirên avahiyên ku hilweşiyayî, yên zevî û rêyan ber hev dikim û difroşim. Kamyonek kevirê ku li derve 500-600 lîrayan tê firotan, ez bi 300 lîreyî difroşim. Mehê herî kêm ez 6 erebe kevir berhev dikim. Lê zivistanê ji ber ku înşaet nayên çêkirin, ez jî bê kar dimînim û nikarim bixebitim."
Tekîn got ku zivistanê jî hewcedariya wî xebatê heye ku debara mala xwe bike û ji kesên xêrxaz alîkarî xwest.