Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Sirûştî Taner Yildiz axaftina Hevserokê Giştî yê HDPyê Selahattin Demîrtaş ya "Heke em barajê derbas nekin dê des bi bêîtatiya sivîl bikin bikin" bi bîr xist û wiha got: "Gelo hûn xizmeta kê dikin? Hûn dibêjin 'heke em barajê derbas nekin dê bûyer çêbin' gelo hûn bi van gotinan li kê gefandixwin? Heke em ji gotinên wiha bitirsiyana, em nedigihiştin vê astê."
Yildiz beşdarî vekirina biroya hilbijartinê ya li Avanosa navçeya Nevşehîrê bû.
Yildiz destnîşan kir ku, Serokomar Recep Tayyîp Erdogan Diyarbekirê ziyaret kir; lê belê Seroka Şaredariya Mezin a Diyarbekirê Gultan Kişanak neçû ew pêşwazî nekir. Yildiz vê helwesta Kişanakê rexne kir û wiha axivî: "Belê ji ber şexsiyeta siyasî ya Serokwezîr we ew pêşwazî nekir; lê hûn çima nehatin pêşwaziya Serokomarê vê welatê. Ev semîmyeta we ya li hemberî pêvajoya çareseriyê nîşan dide, divê ev ji nêz ve bê şopandin."
Yildiz li vir axaftina Hevserokê Giştî yê HDPyê bibîrxist û wiha got: "Ma hûnê çi bikin? Gelo hûnê li hemberî dewletê serî rakin? Armanca we çi ye, bi eşkereyî bibêjin. Hûn nikarin xwe li ber dilê gelê me şêrîn bikin û gelê me bixapînin. Herwiha em di mijara pêvajoyê de semîmî ne. Ev 30 salin gelê me êş kişand. Zêdetirî 300 milyar lîreyî pere hat xerckirin, bi sedan şehidên me hene. Hikûmeta AK Partiyê heta hetayê dê piştgiriyê bide pêvajoya çareseriyê. Lê belê li hemberî bûyer û êrîşan jî bê deng nemîne. Şikir ku serokê me yê damezrîner ê giştî Birêz Recep Tayyîp Erdogan û Serokê me yê niha Birêz Ahmet Davutoglu di hemû axaftinên xwe de dibêjin 'dema em ketin vê rêya me kefênê xwe li xwe kir.' Ji ber vê yekê bila tu kes ji bo vê li me gefan nexwe. Tu gef nikarin ber li xebatên me bigrin. Me her tim ji dil û can ji bo welatê xwe bixebitin."
Yildiz got ku wan tu kirinên PKKyê ji bîr nekiriye û ew bawer in ku dê hemû welatî jî divê mijarê de xesas tevbigerin.