ÇANAKKALE
Li gorî agahiyên Rasatxaneya Kandîlliyê û Enstîtuya Lêgerîna Erdhejê, li girava Gokçeadayê di saet 08.33an de erdhejeke bi lerza 5.3ê bû.
Nûçevanê AAyê bi telefonê gihîşt Şaredarê girava Gokçeadayê Yucel Atalay û derbarê erdhêjê de agahî hilda. Yucel daxuyand ku erdhej li giravê gelekî zêde hatiye hîskirin û got: "Navenda erdhêjê Kalekoy e. Lê şikir ji Xwedê re tengasiyek nîne."
Endamê Hîndekariya Endezyariya Jeolojiyê yê Fakulteya Endezyariyê ya Zanîngeha Çanakkale Onsekîz Martê Prof. Dr. Dogan Perînçek jî daxuyanî da nûçevanê AAyê û got: "Erdhej aktîvîteya faya bakûra Anatolyê ya di navbera Gokçeadayê û girava Semadîrekê ye û tiştekî normal e.