MARDİN
Hat diyarkirin ku li Zaningeha Artûklûyê ya Mardinê hemû kontenjanên beşên lîsans û berlîsansê tije bûn.
Serokê Daîreya Karên Xwendekariyê Tevfîk Yardimci, bi daxuyaniyeke nivîskî da zanîn ku di encama ezmûnên qezenckirina zanîngehê de ji her aliyên Tirkiyê xwendekaran Zanîngeha Mardîn Artûklûyê hilbijartiye û hejmara xwendekaran her diçe zêde dibe.
Yardimci, destnîşan kir ku li digel Artûklû zanîngeheke nû ye jî tijebûna kontenjanan li ber temambûnê ye û wiha dewam kir: "Digel ku me par 533 xwendekar mezûn kirin, îsal 889 xwendekaran zanîngeha me hilbijart. Em ê îsal bi 4 hezar û 469 xwendekaran dest bi perwerde û hîndekariyê bikin. Bi 600 kesên ku di bernameyên "Lîsansa Bilind" û "Doktora"yê bi cih bibin dê hejmara xwendekaran derkeve 5 hezar û 69an."
Yardimci, da zanîn ku qeydên xwendekaran dê di navbera 3 û 7ê îlonê de bêne çêkirin û der barê vê yekê de di malpera zanîngehê de dê agahî were dayîn.