PASLANG
Di erdheja Nepalê ya ku bi lerza 7,8an qewimî de hejmara miriyan zêdê bû û derket 4 hezar û 989 kesî.
Polêsên Nepalê daxuyandin ku hejmara miriyên di erdheja Nepalê de mirin derket 4 hezar û 989 kesî. Rayedaran daxuyandin ku di erdhejê de 10 hezaran zêdetir birîndar bûn û bi hezaran kes jî bê mal man.
Rayedarê Berpirsyarê Xurek a NYyê Geoff Pînnock daxuyand ku alîkariya ewil gihîşte herêma nêzîkî erdhejê, xurek û dermanên ku gihîştine wê îro bên belavkirin.
Pînnock got ku ji ber hezazê nikarin xwe bigihînin herêmên dûr en ku erdhej lê qewimiye û gihîştina li wan deran wê hinekî demê bigre.
Li Nepalê li Lamjunga ku 80 kîlomêtro bakurê rojhilatê paytexta Katmanduyê ye, roja şemiyê di saet 11.56an de erdhejeke ku lerza wê 7.8 çêbû. Herî dawîn li welêt di sala 1934an de erdhejeke lerza wê 8,1 çêbûbû û ji 10 hezaran zêdetir kes miribûn. Ji wê erdhejê vir ve ev erdhej erdheja ku lerza wê herî mezin e.