Ahmet Aydın
07 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 07 Cotmeh 2017
AFYONKARAHÎSAR
Serokomar Recep Tayyip Erdogan bi telefonê digel Serokomarê Azerbaycanê Îlham Eliyev axivî.
Li gorî çavkaniyên Serokomariyê, herdu serokan di peywendiya xwe ya telefonî de, tevî têkiliyên dualî yên Tirkiye-Azerbaycanê behsa mijarên herêmî jî kirine.
Di peywendiyê her wiha behsa serdana ku biryar e Serokomar Erdogan di dawiya Cotmehê de bo Azerbaycanê bike, jî hat kirin.