Haydar Şahin
07 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 07 Cotmeh 2017
AFYONKARAHÎSAR
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron bi têlefonê axivîn û di axaftinê da li ser girîngiya parastina yekîtiya erdê Iraqê û Sûriyeyê sekinîn.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên Serokomariyê hatin sitandin, Serokomar Erdogan û Macronê Serokomarê Fransayê bi têlefonê axivîn, di xeberdanê da ji xeynî pêşxistina têkiliyên herdu dewletan di serî da Iraq û Sûriye û geşedanên li herêmê hatin gotûbêjkirin.
Herdu serokomaran bal kişandin ser girîngiya parastina erdê Iraqê û Sûriyeyê.