Haydar Şahin
30 Hezîran 2017•Rojanekirin: 01 Tîrmeh 2017
ANKARA
Hat ragihandin ku Serokomar Erdogan û Serokê Amerîkayê Donald Trump di têlefonê da der barê ragêşiya li ser Qeterê da fikr û ramanên xwe pare vekirin, bal kişandin ku jiholêrakirina ragêşiyê, bi muzakereyan çareserkirina pirsgirêkê ji bo îstiqrar û ewlehiya zehf girîng e.
Di daxuyaniya Navenda Çapemeniya Serokomariyê da hat diyarkirin ku Serokomar Erdogan û Serokê DYAyê Trump bi têlefonê axivîn.
Di axaftinê da li ser mijarên pîşesazî û aboriyê axavin û der barê ragêşiya li ser Qeterê da fikr û ramanên xwe pare vekirin
Herdu lîderan bal kişandin ku jiholêrakirina ragêşiyê, bi muzakereyan çareserkirina pirsgirêkê ji bo îstiqrar û ewlehiya herêmê zehf girîng e.
Serokomar Erdogan bi saya axaftinê bal kişand ser girîngiya lidijîderketina hemû terorên wek PKK, FETO û DEAŞê.
Herdu lîder di mijara hevkariya têkoşîna dijî terorê û pêşîlêbirîna fînansmana terorê da mitabiq bûn.