Elif Orhan
23 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 24 Rêbendan 2018
ANKARA
Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu diyar kir ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Amerîkayê Donald Trump dê sibê li ser telefonê axivîn û got ku "Birêz Trump dixwaze ku bi Serokomarê me re biaxive. Saeta wê jî diyar bû."

Çavuşoglu piştî hevdîtina xwe ya bi hemtayê xwe yê Amerîkayî re kir li Balyozxaneya Parîsê ya Tirkiyeyê bersiva pirsên rojnamevanan da.
Çavuşoglu diyar kir ku di hevdîtina bi Tîllerson re de bêtir li ser Sûriyeyê sekinîn û got ku aciziya Tirkiyeyê ya ji ber çekên ku dane PYD/PKKê dubare anîn ziman.

Çavuşoglu ev gotin:
"Her wiha me aciziya Tirkiyeyê ya ku me berê li Vancouverê jî anî ziman a wekî ji terorîstan avakirina artêşa qaşo anî rojevê.(Tîllerson) Îro destnîşan kir ku ji bo ku YPG vir bikeve nav teşekûlekî piştgiriyê nadin, teşekûla siyasî jî di nav de piştgiriyekî nadin. Got ku jixwe dê her du serok jî sibê hevdîtin bikin. Birêz Trump dixwaze ku bi Serokomarê me re biaxive. Saeta wê jî diyar bû."